[ 27.04.2004 ]

 Ala nû ya Iraqê hate qebûl kirin

Konseya Demî ya Iraqê Ala nû ya welêt qebûl kir.
Ala nû ya welêt ji rengên ku Aştî, Ola Îslamê, çemên Firat û Dîcle û nûfûsa Kurdan temsîl dike pêk tê .
Berdevkê Konseya Demî Hamîd El Kefe îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ewê di nava vê hefteyê de Ala nû ya Iraqê li hemî avahiyên fermi yên welêt daliqînin.  Şiklê ala nû ya Iraqê jî wisa ye.
Li ser zemîna spî heyveke bi rengê şîn û di nava şerîtên şîn de jî xeteke zer heye.
Kefe diyar kir ku zemîna spî Aştiyê, heyva şîn ola Îslamê, xetên şîn çemên Dîcle û Firatê û xeta Zer jî nufûsa Kurdan temsîl dike.
Ala kevn ya Iraqê ku qasî 40 salan hate bikaranîn de, bi rengên xwe yên Sor, Spî û Reş ve nîjadperestiyê temsîl dikir.
Di vê navberê de rayedarên Awusturalya û Îngîlîstanê jî destnîşan kirin ku ewê ji bo taqwiyeyê yekîneyên nû bişînin Iraqê.
Li gorî daxuyaniyan Îngîlîstan 2 hezar û Awustralya jî wê 850 leşkerên din bişînin Iraqê.

----------------------------------------------------------------

عێراق بوو به خاوه‌نی ئاڵایه‌كی تر

عێراق ـ كوردستان 2004.04.26
ئاڵای نوێی عێراق، كه له سێ ڕه‌نگی سپی، شین و زه‌رد پێكهاتووه، نوێنه‌رایه‌تیی ئاشتی، ئیسلام و كورده‌كان ده‌كات.

ڕه‌نگی زه‌مینه‌ی ئاڵاكه سپییه كه نوێنه‌رایه‌تیی ئاشتی ده‌كات. مانگ به ڕه‌نگی شینی كاڵ، نوێنه‌رایه‌تیی ئیسلام ده‌كات. دوو هێڵی شین، باسی فورات و تیگریس (دیجله) ده‌كه‌ن. ڕه‌نگی زه‌ردیش نوێنه‌رایه‌تی كورده‌كان له عێراقدا ده‌كات.
به گوێره‌ی راپۆرته‌كان ئه‌و ئاڵایه به ته‌ئیدی ئه‌نجومه‌نی حوكمی عێراق گه‌یشتووه و بڕیار وایه له چه‌ند ڕۆژی داهاتوودا له‌سه‌ر دامه‌زراوه ده‌وڵه‌تییه‌كانی ئه‌م وڵاته هه‌ڵبدرێت.

 

 

 

 

  ده‌نگ‌وباس

  سیاسه‌ت

  كۆمه‌ڵایه‌تی

  هونه‌رو ئه‌ده‌ب

  ژنان

  زانست

  نێونه‌ته‌وه‌یی

  ئاگاداری

 

 

 

[Mediya 2000 - 2004 © Copyright]