Serokwezîrê
Herêma Partî Demokratî Kurdistan Neçîrvan Barzanî diyar kir, heger
leşkerên Tirk, ji Başûrê Kurdistanê dernekevin, ewê wan derxin.
Barzanî daxuyaniyek da Ajansa Presê û anî
ziman heger Tirkiyê hêzên xwe yên li Başûr bi dilxwazî dernexe, wê
buroyên wan bigirin.
Neçîrvan Barzanî dazanîn ku, Parlemena
Kurdîstanê di meha Cotmehê de ji London û Enqerê re nameyek bi rê
kirine û destnîşan kirine ku, bi hilweşîna rejîma Sadam Huseyîn,
pêwîstiya leşkerên Tirk yên li herêmê nemaye û xwestine Tirkiyê
leşkerên xwe paş ve bikişîne.
Serokwezîrê Herêma Partî Demokratî Kurdistan
Neçîrvan Barzanî diyar kir ku, wan xwestine di derbarê leşkerên
Tirkiyê yên li herêma Kurdistanê, bi Amerîka, Îngîlîstan û Tirkiyê
civînek li darbixin, lê belê heta niha ji welatên mijara gotinê tu
bersiv negirtine.
Barzanî anî ziman, heger welatên eleqeder ji
bo çareserkirina pirsgirêkê nekevin nava hewldanan, ewê jî ji bo
çareseriyê alternatîfên din bigirin rojeva xwe.
Barzanî ji Tirkiye, Amerîka û Îngîlîstanê
xwest ku rojek ji yên din zûtir bersivê bidin nameya wan û li ser
pirsa alternatîfên din çine jî diyar kir ku, ewê serî li alternatîfên
xwepêşandan, protesto û girtina buroyên leşkerên Tirk bidin.