BRUKSEL
- Saziya Lîsansê ya Fransiz (CSA) bi heceta ku berdewamiya Med
Tv'yê ye, lîsansa Medya Tv'yê betal kir û weşana televîzyonê da sekinandin.
Saziya Lîsansê ya Fransayê,
berê-jî serlêdana MEDYA-TV ku di 30`ê Tîrmeha sala 1999an de dest bi weşanê
kiribû, red kir. Li ser vê yekê parêzerên MEDYA-TV vê mijarê biribû Dadgeha
Bilind a Fransayê.
Dadgeha Bilind a Fransayê, di rûniştina xwe ya îro sibê de biryar girt, ku
lîsansê nede MEDYA-TV.
Di heman saetan de, şîrketa ABSAT ku girêdayî MEDYA-TV ye, weşana vê
televîzyonê betal kir.
Desteya Rêveberiya MEDYA-TV, piştî rawestandina weşanê li hev civiya û bi
daxuyaniyekê biryarê rexne kir.
Di daxuyaniya Rêveberiyê wiha tê gotin:
`MEDYA-TV bi têgihîştinên xwe yên weşanê bûbû dengê gelê Kurd û gelên
Rojhilata Navîn û lewma di dilên wan de cih girtibû.`
Desteya Rêveberiya ya MEDYA-TV bang kir, ku li hemberî vê biryarê bêdeng
nemînin û wiha dibêje:
"Girtina MEDYA-TV, li gel bisînorkirina mafê weşanê herwiha di heman demê de
li dijî mafên mirovane. Ji ber vê yekê di serî de saziyên weşan û mafên
mirovan, divê her kes li hemberî vê biryarê dengê xwe bilind bike. Bi
biryarên siyasî dengên aştî û azadiyê nikare were rawestandin.