Pênc endamên Konseya Hikumeta Iraqê
yên şîî xwe ji çalakiya imzekirina zagona bingehîn a demî ya Iraqê kişandin.
Problema herî mezin ew e ko şîî dibêjin bila mafê
kurdan yê redkirina qanûna bingehî ya daîmî nebe. Li gor qanûna bingehî
heger ji sêyan duyê (2/3) xelkê her yek ji hersê wîlayetên Kurdistanê (Silêmanî,
Hewlêr û Dihok) di referandumekê de qanûna bingehî ya daîmî qebûl neke hingê
ew li Kurdistanê nayêt bi kar anîn.
Duşema borî hemûyan li ser zagonê
li hev kiribûn, lê şîiyan ji nişk ve nerîna xwe guhertin. Hîn ne diyar e, bê
zagon dê bête guhertin an na û ew dê kînga bête imzekirin.
Ayatullah Elî el-Sîstanî daxwaza kurdan ji bo parastina autonomiya herêmên
xwe nepejirand. Ji ber vê yekê, herpênc endamên Konseya Hikumeta Iraqê yên
şîî (Mihemed Behr el-Ilum, Miwefeq el-Rebîî, Ebdilezîz el-Hekîm, Ehmed
Çelebî û Ibrahîm el-Ceferî) guhertinên derbarî autonomiya kurdan xwestin û
imzekirina zagonê nepejirandin.
Li gorî destura demî, hersê parêzgeh dikarin federaliyekê pêk bînin, Eger
2/3 ji rûniştivanên wan, ên ku mafê wan ê hilbijartinê heye, li dijî destura
Iraqê deng bikin, destur dê pêk neyê. Şîî naxwazin ku ev hêz bikeve destên
kurdan. Destura demî dê ji bo 2 salan be, ta ku Perlemaneke Iraqê ya
hilbijartî destureke nû amade bike.
Wekî din, şîî dixwazin ku serokwezîrê Iraqê yekî ji wan be û ew bibe xwedî
hêzeke mezintir. Herweha ew dixwazin ku di perlemanê de sîstema piraniya 51%
bête bikaranîn û ne ya 2/3 ji endaman.
Hêjayî gotinê ye, ku berî demekê Celal Talabanî ragihand, ku el-Sîstanî li
gel federalîzmê û autonomiya kurdan e. iştre, bîroya el-Sîstanî daxuyand, ku
gotinên Talbanî ne rast in û el-Sîstanî tiştekî weha ne gotiye û ne jî li
gel e.