
Kurdistanî, ji ber gara Strasburgê heta meydana
stadyuma Meynoyê meşiyan.
Li ber korteja meşê, qasî hezar ciwanî kincên reş
lixwekirin û xwe bi zincîran girêdan.
Piştî ciwanan, jinan posterên Ocalan, alên KONGRA
GEL, pankart û dowîzên komployê şermezar dikin hildabûn, di refên meşê de
cîh girtin.
Bi deh hezaran Kurd, saet di 12.30an de bi marşa
Ey Raqib a Hunermendên Akademiya çandê ya Kurd gotin, ketin meydana mîtîngê.
Axaftina vekirinê ya mîtîngê jî, ji aliyê Serokê
Konfederasyona Komeleyên Kurd ê Fransa FEYKA Mahmud Çolak ve hate kirin.
Paşê nûnerên Tevgera Mafê Mirovan ên Franse û
Komeleya Dostaniyê ya Franse û Kurdan bi daxuyaniyên xwe piştgiriya xwe ya
ji bo Kurdan anîn ziman.
Serokê belediya Strasbourgê jî tevlî mîtîngê bû.
Tevî Kongra Gel, PJA, TECAK, Hêzên Parastina Gel,
parêzerên Ocalan jî ji bo mîtîngê peyam şandin.
Di peyaman de komploya 15 Sibatê, êrîşên li
Hewlêre û girtina Medya Tv hate şermezarkirin.
Di dema Sinevizyona der barê jiyana Ocalan de hat
nîşan dan, Gel kêliyên hêstiyarî jiya.
Di bernameya muzikê ya mîtîngê de jî, koma çarnewa,
hunermend Zarife, Kawa Urmiye û Comerd cîh girt.